Rojava News: Encumena Rûhanî ya Kurdên Êzîdî biryar daye îsal cejna “Çileya Havînê” ya êzîdiyan neyê pîrozkirin. Ew dibêjin, heta keç û jinên me ji destê DAIŞê neyên rizgarkirin, em cejn û şahiyê nakin.
Kurdên êzîdî her sal ji roja 30ê Tîrmehê heta 2ê Tebaxê di bi navê cejna “Çileya Havînê” de pîroz dikin. Li Perestgeha Laleşê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.
Lê cejna wan îsal hevdem e digel salvegera komkujiya Şingalê û êxsîrketina bi hezaran keç û jinên êzîdî di destê DAIŞê de lewma îsal kurdên êzîdî li şûna şahiyê, şînê digirin û cejnê pîroz nakin.
Encumena Rûhanî ya Kurdên Êzîdî jî bi fermî ev yek ragihandiye û gotiye, kurdên êzîdî îsal cejna Çileya Havînê pîroz nakin…