Rojava News: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê baregehên rêxirawa teroristên DAÎŞ’ê li bajarokê Telsquf ku dikeve Bakûrê Musilê bi hişkî topbaran kirin.
Li gor hatiye ragihandin; Pêşmergeyan baregehên DAÎŞ’ê yên nêzîkî bajarokê Telsquf topbaran kirine û balkişand ser wê yekê ku piştî topranê DAÎŞ’ê bi tirimbêlan birîndar û miriyên xwe veguhestine bo bajarokê Tilkîf û Musilê.
Hemendemê; firokeyên hevpeymanan jî doh (1.8.2015) li Şengalê baregehên DAÎŞ’ê bombebaran kirine û di encama hêrişên firokeyan de 12 çekdarên DAÎŞ’ê mirine û her weha di van êrişan de 4 tirimbêlên DAÎŞ’ê bûnê hedefên firokeyan.