Print this page

Rojnameyên Tirkiyê : Barzanî: Bila PKK “bakurê Iraqê” vala bike

Rojava News: Rojeva îro ya tevahiya rojnameyên Tirkiyê, banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya dûrketina PKKê ji deverên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ye.

 

Barzanî piştî êrişa balafirên Tirk li ser gundê Zergelê, ku di encamê de 9 sivîl 2 gerîla jiyana xwe ji dest dabûn û 11 kes jî birîndar bibûn, gotibû, bila PKKê şer ji cihên sivîl dûr bixe.

 

Rojnameya Sabahê behsa banga Barzanî ya ji bo PKKê kiriye û manşêtek wiha daye: “Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê: Bila PKK bakurê Iraqê vala bike”.

 

Rojnameya Yenî Şafakê jî behsa hevpeyvîna Serokwezîrê Ahmet Davûtoglu ya bi rojnameya Washington Postê re kiriye û ragihandiye, Davûtoglu ji wê rojnameyê re gotiye, pêvajoya çareseriyê dê piştî avakirina hikûmeta nû bidome û bigihê encamê.

 

Rojnameya Tarafê jî behsa rakirina parêzbendiya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kiriye û gotiye, heta niha 63 caran daxwaza rakirina parêzbendiya Demîrtaş hatiye kirin.

 

Manşêtên beşek ji rojnameyên Tirkiyê jî wiha ne:

 

Turkiye: Xelek xelek teror û zilm

 

Milliyet: Hêzên asayişê li ser pêvajoyê hişyarî dan

 

Hurriyet: Amadekariya revê

 

Star: Bi toqatan li terorê bidin lê bi gel re dilsoz bin

 

Akşam: Li Almanyayê xayîn li Tirkiyê can

 

Bugun: Li dersxanê her tiştek zelal e

 

Cumhuriyet: Bisekinin êdî!

 

Vatan: Di bin agir de

 

Evrensel: Ji bo berekî 7 sal zîndan lê ji bo cebilxanê ti cezayek tine!