Print this page

Kerkûk: Balafiran li nexweşxaneya DAIŞê dan

Rojava News: Li başûrê Kerkûkê, di encama êrişa balafirên şer ên hêzên hevpeyman de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin, di nav kuştiyan de mezinekî DAIŞê jî heye.

 

Şeva borî balafirên şer bi tundî li avahî û navendên çekdarên DAIŞê yên li bajarokê Hewîce li başûrê Kerkûkê dan.

 

Rayedarekî ewlehiyê yê Kerkûkê ragihand, balafirên şer li avahiya nexweşxaneya Hewîce, ku ji aliyê DAIŞê ve wek navendeke leşkerî tê bikaranîn, dan û di encamê de bi dehan çekdar hatin kuştin.

 

Wî rayedarî da zanîn, di nav kuştiyan de mezinekî DAIŞê bi navê Ebû Haris Samerayî jî heye.

 

Bajarokê Hewîce li başûrê Kerkûkê ye ku nêzîkî salekê ye di destê DAIŞê de ye. Hêzên Pêşmerge heta nêzîkî Hewîce pêşde çûne lê heta niha biryara kontrolkirina wir nehatiye dayîn.

 

Sala 1940, tevahiya xelkê bajarokê Hewîce kurd bûn lê di çarçoveya siyaseta bi erebkirinê ya rêjîma Sedam Husên de kurd li wê derê nemaye.