Rojava News: Li bajarê Amûdêxelk gilî û gazinan ji kirîza elikitrîkê dikin û dixwazin ku ev kirîz çareser bibe.
Ehmed Elî ji Amûdê wiha got: "Elikitrîk yek ji tiştên serek e ye, di jiyana mirovan de, dema ku elikitrîk tê birîn, hin tiştên din mina avê ku wek damara jiyanê tê hejmartin tê birîn. Herwiha gelek alav û tiştên jiyanê radwestin û rewşa elikitrîkê li Rojavayê Kurdistanê û bi teybetî li bajarê Amûdê pir nebaşe."
Ehmed axaftina xwe wiha berdewamkir:" Xelkê bajêr ji xwe re (elikitrîka Ampêra) kişandine ji ber ku elikitrîka ku bi navê ya dewletê nîne.Ji ber vê yekê xelk neçar dibin ku Ampêran bi nirxekî buha bikirin."