Print this page

Komkujiya Kobanê îro ket 40 rojiya xwe de

Rojava News: Xizmên şehîdên Komkujiya Kobanê tevî welatiyên Kobanê li goristana Şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê, qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

 

Îro di seatên serê sibehê de xizmên şehîdan bi deqeyeke rêzgirtin û xwendina fatîheyê dihatin ser goran. Gor av didan û gul li wir diçandin. Her wiha mîna di rêûresmên bîranîna 40 rojiyê welatiyan qurana pîroz li ser goran dixwendin û şekir û şîranî ji bo ruhê şehîdên xwe belav dikirin.

 

Di 25`ê Hizêranê ji ber êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya li ser herêma Kobanê ku têde bi taybet welatiyên sivîl hatin hedefgirtin û şehîdxistin 252 welatiyên sivîl 28 di nav de li gundê Berxbotanê û yên din li navenda bajarê Kobanê şehîd bûn.