Print this page

DAIŞê zarokê 4 salî yê êzîdî fêr kiribû serê dayîka xwe jêbike!

Rojava News: Derket holê ku çekdarên DAIŞê zarokekî 4 salî yê êzîdî fêr kirine ku serê dayîka xwe jêbike!

 

Rojnameya înglîzî ya Dayil Mail, ji zarê jineke êzîdî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û niha li kampeke penaberan li Dihokê dimîne, eşkere kiriye ku dema ew jina êzîdî di destê DAIŞê de bûye, çekdarên wê rêxistinê kurê wê yê 4 salî fêrî kuştin, şer û bikaranîna şûr û kêran kirine.

 

Wê jina êzîdî ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin, gotiye, çekdarên DAIŞê kurê min fêrî erebî dikirin û jê re digotin êzîdî kafir in û divê werin kuştin… Rojekî şûrek dabûn destê kurê min û jê re gotin, tu dê bi vê şûrî serê dayîka xwe jêbikî!

 

Wê jina êzîdî diyar kiriye ku par havînê, dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kiribûn, ew û 4 zarokên xwe (2 kur 2 keç) ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.

 

Wê jina kurd behsa çawaniya rizgarbûna xwe jî kiriye û gotiye, dema em êxsîr ketin destê DAIŞê em birin bajarê Til Eferê. Li wir du keçên min firotin, ez û her du kurên min jî birin bajarê Reqayê yê Sûriyê. Kurê min yê mezin jî niha di nav DAIŞê de ye.

 

Li gorî gotinên wê jina êzîdî, DAIŞê ew û kurê wê yê biçûk jî li Sûriyê firotibûn zilamekî sûrî. Piştî du mehan wî zilamê sûrî ew firotine emîrekî DAIŞê bi navê Omer El Necde. Li mala Omer El Necde, jibilî wê jina êzîdî, 2 keçên êzîdî yên din jî hebûne.

 

Wî emîrê DAIŞê kurê wê jina êzîdî şandiye kampa leşkerî ya DAIŞê ji bo ku fêrî şer û kuştinê bibe.

 

Wê jina êzîdî gotiye, kurê min şandin kampa leşkerî. Li wir ew fêrî kuştin, bikaranîna şûr û kêran kiribûn, jê re gotibûn êzîdî kafir in û divê bên kuştin. Kurê min 4 mehan li wir ma.

 

Wê dayîka êzîdî ku nexwestiye agahiyên zêde li ser çawaniya rizgariya xwe bide tenê gotiye, me karî xwe bigihînin Tirkiyê û li wir jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Ew di wê baweriyê de ye keçên wê jî li Reqayê ne.

 

Zilamê wê jina êzîd ji ber ku di dema êrişa DAIŞê de li mal nebûye, kariye ji destê çekdaran rizgar bibe û xwe bigihîne çiyayê Şingalê.

 

Di encama êrişa çekdarên DAIŞê de li ser devera Şingalê, bi hezaran keç û jinên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, bi sedan kurdên êzîdî hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî ji mal û warê xwe koçber bûn.