Rojava News: Penaberên Sûriyê yên ku li navçeya sînorî ya Qirixanê ya girêdayî bajarê Entabê yê Bakurê Kurdistanê dimînin, di rewşek kambax de ne û li bendê derbasî kampên penaberan bibin.
Nêzîkî 70 malbatên penaberên sûrî, ku piraniya wan ereb in, li navçeya Qirixanê ya Entbarê hatine bicîhkirin.
Ew di rewşek kambax de dijîn û di çadir û konên ku bi kirê hatine dabînkirin de dimînin.
Penaberên sûrî dibêjin, em ji ber topbaranê reviyan. Em avê dikirrin û konên ku em tê de dimînin jî bi kirê ne.
Ew dibêjin, ev 2-3 meh in bi hezaran penaberan li ber deriyê kampên penaberan in da ku derbasî nav kampan bibin.