Print this page

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Bila kiryarên xerab bê rawestandin ku Kurd bighêjin armanca xwe

RojavaNews : Di vêdema dawî de Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dest bi helmeteke girtinê derheqê welatiyên sivîl,rewşenbîr û siyasetmedaran kiriye û xelkê Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bila kiryarên xerab bê rawestandin.

Derbarê vê yekê welatiyên Rojavayê Kurdistanê hevxemiya xwe didin nîşan.

Ciwan Ibrahîm ji bajarê Hesekê ye wiha dibêje: "Di vê dema dawî de paswanên sînor yên Tirkiyê ku bi Cendirmeyan têne naskirin bi awayekî hovîtî li dijî welatiyên Kurd radwestin  û wan îşkence û gulebaran dikin û ev dibe sedema mirina hejmarek ji wan welatiyan."

Alan Elî jî wiha dibêje:"Sedema  serke ya ku dihêle ciwanên Kurd bêne kuştin ew derkirin ciwanan ji derveyî welat di rêya biryarên mîna biryara leşkeriya neçar ya ku PYDê û hevalbendên xwe ragihandibû. Biryarên bi vî rengî berê xortan dide kuştinê û deverê ji Kurdan vala dike û demografî jî tê guhertin, gerek kiryarên wisa bêne rawestandin da ku Kurd bighêjin armanca xwe."