Print this page

Rewşenbîrên Kurdistanê daxwaz dikin Barzani wek serok bimîne

RojavaNews :Komek nivîskar, ronakbîr, akademîsyen û hunermend kampanyayeke wajoyê dan despêkirin bo piştgirikirina parastina Kurdistanê û mayina Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê.

Girupa komkirina îmzayan bo piştgirikirina Barzanî heta niha 2250 wajo komkirine û berdewamin li ser komkirina wajoyan.

Girupa kampanya yê bi rêve dibe armanca vê kampanyayê bi daxwuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku îro Herêma Kurdistanê û bi giştî Kurdistan di pêvajoyeke hestiyar de darbes dibe û êrişên li ser Kurdan ji hemî demê zêdetir bûne.

Di daxwuyaniyê de hatiye ku “Ji raperîne Kurdistanê û heta niha hemû destkeft û serkeftin bi yekîtî hatiye bi destxistin. Taybetî piştî herişên DAÎŞ’ê planên taybet yên civakî li himber Kurdistane tê bi rêvebirin. Em di demekê de derbas dibin ku xeteriyên mezin hene û di vê dema wiha hestyar de pêdiviya me bi Mesud Barzanî heye ku wek Serokê Herêmê Kurdistanê bimîne. Daxwaz ji hamû aliyan dikin ku berjewendiyên partiyên xwe nexin pêşiya berjewendiyên netewî.”