Print this page

Wezîrê petrolê yê rejîma sûriyê daxwaz ji cezayrê dike ku petrol û xaza wê weberhînan bike

RojavaNews : Wezîrê petrolê yê rejîma Esed daxwaz ji cezayrê dike ku petrol û xaza Sûriyê weberhînan bike.

Di civînekê di navbera wezîrê petrolê yê rejîma Esed Silêman Elebas û balyozê  cezayrê li Şamê Salih Boşe guftûgo ji bo çalakirina rêkeftina di navbera herdû welatan de di derbarê petrol parzandina wê hat kirin.

Di wê civînêde Ebas daxwaz ji kompaniyên Cezayrê kir ku weberhînanê di derbarê petrol û xazê li nava xaka pêkbînin .

Li gor amarên vê dawiyê ku ji sedî tenê heşt ji navçeyên petrolê  û xazê maye di destê rejîmê de  herweha heştê ji sedî di destê rêxistina DAIŞê de ye .  

Afiya Hacî