Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymanan li eniya şer a Mexmûrê êrişî şekdarên DAIŞê kirin û navend û baregehên wan bombebaran kirin.
îşev balafirên şer ên hevpeymanan li navendên leşkerî û çeperên çekdarên DAIŞê li Mexmûrê dan. Îro êvarê jî balafirên hevpeymanan binkeyên DAIŞê li wê eniya şer bombebaran kiribûn.
Li gor aghaiyan, piştî tevgerên ne asayî yên çekdarên DAIŞê, balafirên şer ên hevpeymanan êrişî çekdarên DAIŞê li gundê Fetume ya girêdayî Mexmûrê kirin û bi dijwarî cihên wan dan ber bombeyan.
Hat zanîn, di encama bombebaranê de gellek kuştî û birîndarên DAIŞê hene, lê hêj hejmara wan a serrast nayê zanîn.
Gundê Getume li bajarokê Qerac a girêdayî navçeya Mexmûrê ye û li başûrê rojavayê Mexmûrê ye.
Êvariya îro jî balafirên şer ên hevpeymanan navendên DAIŞê li gundê Fetume dabûne ber bombeyan.