Print this page

80 terorîstên DAIŞê ji Şingalê revyana û ber bi Sûriya ve çûne

RojavaNews :Berpirsê ragihandina leqê 14 yê partî dîmoqratî kurdistan pdk bo malpera fermî ya pdk ragihand, ji tirsa êrîşkirina pêşmerge ye, 80 terorîstên DAIŞê ji şingalê revyana û ber bi sûriya ve çûne.

Se'îd memuzînî, berpirsê ragihandina leqê 14 yê partî dîmoqratî kurdistan pdk li mûsilê duh ragihand, li bazara bajêrê mûsilê, terorîstên DAIŞê sê ciwan li ber çavên xelkî gulebarankirin bi behaneya wan çendîn wênê xelîfê DAIŞê Ebubekir Bexdadî sutîne.

Her wiha Memuzînî got: li Bertle jî terorîstên DAIŞê 15 xanî wêran kirina ku malên musilman û mesîhiyan bûn.