RojavaNews :duh çarşem (05.08.2015) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îraqê Selîm El Cibûrî û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî behs kirin û tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê yen di bin destê terorîstên DAÎŞ’ê de kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel carekî din spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin ku wê hejmara zêdeya penaberên ji hemû pêkhatan, li Kurdistanê hewandine û ragihandin ku tu demekê vê helwestê ji bîr nakin