RojavaNews :Balyozê Îranê li iraqê Hesen Danayî Fer got “ku herêma Kurdistanê kariye bi awayekî gelek baş rû bi rû êrîş û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bibe û bi awayekî gelek baş pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bike, û xizmeta wan bike.”
Hesen Danayî Fer piştgiriya berdewama welatê xwe bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku “ Helwêsta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan û rûbirûbûna terorê bilind dinirxînin. Balyozê Îranê tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên Îran û herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, sipasiya serdana şandeya Îranê bo herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember xurtkirina têkeliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê diyar kir û herweha tekez bi wê yekê kir ku, “têkeliyên Kurdistan û Îranê têkeliyên dîrokî ne û Komara Îslamiya Îranê di demên dijwar de herdem alîkarî û piştevaniya gelê Kurd kiriye.”
Rewşa deverê û Îraqê û têkeliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê mijarek din a civînê bû.
Di mijareke din ya hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çawaniya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê hat guftûgo kirin.