Print this page

Çekdarên DAIŞê 3 rokêt li Mexmûrê dan

Rojava News: Li bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê, di encama ketina sê rokêtên DAIŞê de kesek mir û 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî vê bûyerê hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê dan.

 

Çekdarên DAIŞê ku 21 km dûrî bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ne, duh 3 rokêt avêtin Mexmûrê, di bûyerê de keçek 20 salî jiyana xwe ji dest da û 2 jinên din jî bi giranî birîndar bûn.

 

Şahidên bûyerê dibêjin, dema rokêt teqiyan tîmeke amerîkî hat cihê bûyerê û tevahiya parçeyên rokêtan bi xwe re birin.

 

Ev çend roj in çekdarên DAIŞê bi rokêtên ji curê “Grad” li bajarokê Mexmûrê didin lê hêzên Pêşmerge demildest bersiva wan didin.

 

Pêşmerge dibêjin, DAIŞê êdî nikare li hember Pêşmerge li ser xwe bide ji ber wê jî ji dûr ve rokêtan davêje.

 

Hêzên Pêşmerge derdora Mexmûrê qahîm kirine û dibêjin, êdî ew heyam derbas bû ku DAIŞ cardin derbasî Başûrê Kurdistanê bibe…