Print this page

Dewleta Tirk dîsan dest bi valakirina gundên Bakurê Kurdistanê kir

Rojava News: Hat zanîn ku dewleta Tirkiyê dest bi valakirina gundên herêmên Kilîs, Agirî, Colemêrg, Dêrsim û Qersê yên Bakurê Kurdistanê kiriye.

 

Di heyama çend rojên borî de Tirkiyê bi hêceta operasyonên li dijî PKK û DAIŞê, herêmên Agirî, Colemêrg, Kilîs, Dêrsim û Qers ên Bakurê Kurdistanê wek herêmên leşkerî yên qedexe ragihandibû.

 

Li gorî medyaya nêzîkî HDPê, dewleta Tirk vê carê jî dest bi valakirina gundên wan herêman kiriye.

 

Dewleta Tirk dibêje, ragihandina herêmên leşkerî ji bo “parastina can û malên sivîlan e”.

 

Di salên 1990î de jî dewleta Tirk bi hêceta şerê li dijî PKKê, bi hezaran gundên kurdan dabû valakirin.