Rojava News: Li gor nuçeya ajansa nuçeyan ya frensî AFP; kontrolkirina beşek Bajarê Hesekî ji aliyê hêzên rejima Esed û kontrolkirina beşekî jÎ ji aliyê hêzên Kurda ji bo welatiyan bajar ciyê aloziyê ye.
Wek tê zanîn berî niha bi demekê şer di navbera rêxistina terorist DAİŞê û hêzên rejima Esad û Hêzên kurd de gelek germ bû, u aniha bajar ketiye bin kontrola Hêzên Kurd û rejima Esed.
Nişteciyên bajar ji rêveberiya du seri û heremî ne rehetin. Beşek jê dibin kontrola Hêzen Kurd û beşek jê jî dibin kontrola Hêzên rejima esed deye.
Nişteciyê her du aliya jî nexwezin di rêbenda re derbasbibin. Ji ber ku her du alî jî daxwaza leşkeriya neçar dikin.
Hemendemê jî eger hin kesan leşgeriya neçar yê Hêzên kurd kiribin jî rejima esad vê yekê qebulnake û cardin dibê leşkeriya neçar.