Print this page

Barzanî: Bila Tirkiye dev ji bombebarana sivîlan berde

Rojava News: Şanda HDP’ê ya ji bo lêkolîna komkujiya Zergelê hatibûn herêma Kurdistanê bi Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re li hev civiyan û qala rewşa gundê Zergelê û destpêkirina şer û rewşa pêvajoya aşitiyê kirin. Barzanî ragehand ku ew amadene bo alîkariya PKK’ê û Tirkiye bikin ku carekedin pêvajoya aşitiyê destpê bike.

Şanda Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) ya ku bo lêkolîna rûdana gundê Zegelê hatibûne Herêma Kurdistanê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî re hevdîtinep pêkanîn.

 

Şanda ku Serokatiya wî Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr dike pêr hatibûn Başûrê Kurdistanê û li Zergelê lêkolîn kiribûn û piştî hingî Silêmaniyê li gel berpirsên Tevgera Goran û YNK’ê hevdîtin pêkanîbûn.

 

Şandê îro jî li Hewler di despêkê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û piştre jî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzani hevdîtin pêkanî.

 

Li gor bayannameya fermî ya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di cîvîna herdû aliyan de serokê şandê Osman Baydamîr ji ber şehîdbûna çend welatiyekî sivîl li gundê Zergelê sersaxî ji Serokwezir re xwest û  armanca seredana xwe bo lêkolîn kirin li ser bombardimanê Tirkiye yê li gundê Zergelê anî ziman.

 

Di civînê de qala rewşa dawiyê ya Tirkiye hat kirin û ronahî xistin ser pirsgirêkên di navbera Tirkiye û PKK’ê ku vê dawiyê hatiye hole.

 

Di civînê de hat tekez kirin ku ti pirsgirêk bi şer nayê çareser kirin. Serokwezîr Neçirvan Barzani da zanîn ku  Desthilata Herêma Kurdistanê herdem amadeye rola xwe bigre bo berdewambûna pêvajoya aşitiyê û herweha amadeye hemû alikariyê pêşkeşî PKK’ê û Tirkiye bikin ku bo carekedin guftugo di navbera herdû aliyan de destpêbike.”

 

Herwiha NêçîrvanBarzanî balkişande ser wê yekê ku pêwîste PKK jî Tirkiye ji balkêş bin li ser sivîlan û di vî şerê hanê de zererê nedin xelkê sivîl.

 

Barzanî bal kişand ser wê yeku ku di vî şerê de xelkê sivîl dibin qurbanî û tekez kir ku  pêwîste gerîlayên PKK’ê xwe ji avadaniya û xelkê sivîl durbixin û herweha nabe ku Tirkiye bi egera PKK’ê were xelkê sivîl bombardiman bike.

 

Herweha qala rûdawên vê dawiyê kir ku, xelkên sînor ji tirsa bombardimana ji gundê xwe reviyane.”