Print this page

Li Rojhilatê Kurdistanê teqîn: 6 kuştî û birîndar

Rojava News: Doh piştî nîvro li devera Du Avan a girêdayî navçeya Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê guleyekê tope teqiya û di encamê de 6 kes kuştî û birîndar hene.

 

Hat zanîn, di dema manevreyeke serbazî ya Supayê Pasdarên Îranê de teqîn çê bûye û teqîn bi rêya guleyekê topê bûye.

Di encama teqîna guleya topê de 2 leşkerên Îranê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

 

Derbarê çawaniya çêbûna teqînê de ti agahî nehatine ragihandin.