RojavaNews : Hat ragihand ku piştî nîvro li ser sînorê di navbera bakûr û rojavayê Kurdistanê de di navbera ertêşa turkiyê û girûpek nenas de şer derketiya lê bê ku tu ziyanên canî bikevin û Turkiyê jî hêzên xwe li wê navçeyê kirina.
Li gore çavkaniyê ji bajarê Dêrkê ku li ser zarê jêderên serbazî veguhstine ku duh danê êvarê li rojhilatê gundewarên bajarê Dêrkê li ser sînorê hevbeş ligel bakorê Kurdistanê şer di navbera girûbek nenas u ertêşa turkiyê de derketiye û ew şer jî nêzîkî çareyekê heta nîvê sehtê berdewam kiriya lê bê ku tu ziyanên canî bikevin .
Li gor zaniyariyên wan çavkaniyan ku heta niha tu agahiî li ser wê girûpê nehatiya zanîn lê bi gotina wan ti pêşbînî kirin ku ew girûpe qaçaxçiyên ku li ser sînor kardiken.
Ev yek di demekî de tê ku îro ajansa enadol ya Turkiyê ragihand bû ku hikûmeta di van herdû rojên bûrî de hêzeke mezin li ser sînor li herdû navçeyên cezîra bakûrê Kurdistanê û Nisîbînê li gel hijmarek alavên serbazî bi cih kirbûn û tedbîrên xwe yên emnî jî de li ser sînorê xurtirkirina û îdî çûn û hatin jî gelek zehmet kirina.
Afiya Hacî