RojavaNews : Bi behaneya fêrkirina zimanê Kurdî çekdarên bi ser partiya PYDê ve dest danîna ser çend dibistanê bajarê Qamişlo û xwendevanên wan dibistanan jî vê yekê bi tirsin ku xwendina xwe bi dawî nekin.
Li gor agahiyan ku hêzên çekdarên Partiya Yekîtiya Demukratîk PYDê dest danîne ser dibistanên Mîşêl Selîba ya keçan û dibistana Ehmed meryod yên li taxa xerbî û dibistana Hisên Bekir ya li taxa Qidorbek yên bajarê Qamişlo bi behaneya fêrkirina zimanê Kurdî û xwendevanên wan dibstanan jî bi tirsin ku îdî nikarin xwendina xwe di sala nuh de berdewam bikin.
Li gorî zaniyariyan ji bilî van her sê dibistanan hin dibistanên din jî dest bi ser kirina û hîn nehatiya zanîn ku ev tişt bi pilan li gel rejîmê hatiya kirin yan na .
Di dibistanên Mîşêl Selîba û Ehmed Meryod û Hesen Bekir yên ku PYDê
Dest daniya ser bi hezaran xwendevanên Kurd , Ereb û Xiristiyan di xwînin û hîn ne hatiya zanîn ku ev xwendevan wê xwendina xwe berdewam bikin.
Can Yûsif