Print this page

Li Cizîre Polîsek hat kuştin 4 jî birîndar bûn

Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di encama êrişeke çekdarî de polîsek hat kuştin 4 polîs jî birîndar bûn.

 

Şeva borî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, xwepêşandanek ji bo şermezarkirina bûyerên navçeya Silopî ya Şirnexê hat lidarxistin lê rastî mudaxeleya hêzên polîs hat.

 

Piştî wê xwepêşandanê, panzêreke polîs rastî êrişeke çekdarî hat, di bûyerê de herî kêm polîsek hat kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.

 

Li navçeya Perwarî ya Sêrtê jî qereqola artêşa Tirk rastî êrişa çekdarî hat ji ber wê jî demek kurt pevçûn derket.

 

Li bajarê Wanê jî navenda polîs rastî êrişa çekdarî hat. Li wir jî şerekî kurt di navbera êrişkeran û polîs de derket.