Print this page

Barzanî: Pêşmergeyên Rojava bêyî rêkeftin venagerin

RojavaNews :Serokê ENKSê Îbrahim Biro da xuykirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo wan gotiye ku ”Heta ligel PYDê rêkeftin çê nebe, Pêşmergeyên Rojava venagerin bo ser axa xwe.” 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Çarşemê (5/8/2015) li Selehedîn pêşwaziya şandekê ENKSê kiribû. Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Biro di daxuyaniyekê de bo BasNews behsa hevdîtina şanda ENKSê ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku wan di hevdîtinê de mijara vegera Pêşmergeyên Rojava û alikariyên mirovî kiriye.

Biro got: ”Barzanî bo me got Pêşmergeyên Rojava xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Pêwîstiya wê perçeyî bi wan heye. Her ew Pêşmerge vedigerin Rojava. Lê belê rêkarê yekem ewe ku divê di navbera aliyên Kurdî de rêkeftin hebe. Bi taybet jî pabendê rêkeftina Dihokê bin. Heger ewe jî nebû aliyên navdewletî dê hevkar bin bo çûna Pêşmergeyên Rojava. Jiber ku ev Pêşmerge ji bo parastina Rojava hatine perwerdekirin û amadekirin.”

Îbrahîm Biro daxwaz ji Amerîka jî kir ku PYD’ê di vê mijarê de razî bike û got: ”Pêşmerge bo hindê hatine amadekirin ku ne ji bo aliyekî û partiyekê kar bikin, lê ew dê parastina Rojava bikin.”

Hêza Pêşmergeyên Rojava ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve têne perwerdekirin û li eniyên Mûsil jî beşdarê şerê dijî DAIŞ’ê dibin.