Print this page

Komeke penaberên Kobanî ji mirinê xilas bû

Rojava News:  Hat ragihandin komeke penaberên kurd ku praniya wan ji erêma Kobanî bûn, ji xeniqandinê xilas bûn.

Li gorî ragihandinê; komekê penaberan ku ji 40 kesî pêk dihat, di nava belemeyekê de ji Tirkiyê berê xwe dabûn Yûnanistanê, lê di nav deryayî de belemeya wan rastî pirsgirêkê hat.

 

Tevî ku penaberan hawarî hêzên ewlehiyê ya Tirkiye û Yûnanistanê kiribûn, lê herdu alî jî bi hawara wan neçûbûn.

 

Piraniya xortên di belemeyê de xwe avêtibûn nava deryayê û nêzîkî 4 saetan bi melevaniyê xwe gihandin qeraxên girava Kuyês a Yûnanistanê.