Rojava News: Malbatên şehîdên gundê Zargelê ji Barzanî re gotin ku wan gellek caran daxwaz ji PKKê dikir ku baregehên xwe ji gundên wan dûr bixin, lê guh nedidan wan. Herwiha dan zanîn ku, ji ber wî şerî wan bi dehan qurbanî dane û jiyana wan têk çûye.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn, pêşwazî kir li malbatên şehîd û qurbaniyên bombebarana gundê Zargelê yê ku balafirên Tirkiyeyê lê dan û 8 kes şehîd kirin û 11 jî birîndar kirin.
Di destpêka hevdîtinê de Barzanî hevxemiya xwe ji malbatên wan qurbaniyan re ragihand û wiha got: “Ew şehîd, şehîdên mene, şehîdên hemû gelê Kurdistanê ne, şehîdê şerekî ne ku ew tê de ne aliyekî şer in.”
Barzanî behsa şerê di navbera PKKê û Tirkiyeyê de kir û ragihand: “Dema me ew hemû hewl dan ji bo ku aştî bi dest bê û şer êdî dernekeve, ji ber wê yekê bû ku me dizanî encama şer ew karesat û malwêranî ye. Em dijî şer in û nabê xelkê bêguneh bibin qurbaniya wî şer û aloziyê. Niha jî em bi berdewamî hewl didin da ku careke din şer raweste û vegerîne aştiyê.”
Mesûd Barzanî wiha domand: “Ez gelekî hest bi êş û azara we dikim û xwe bi hevbeşê êş û xema we dizanim. Tevî ku hemû samanên dinyayê bedelê dilopeke xwîna bi neheqrijiyayî ya şehîdan nake, lê belê her çi ji destê me bê ji bo alîkariya darayî bo we emê bikin, herwiha min Hikûmeta Herêma Kurdistanê erikdar kiriye ku her çi ji destê wê bê ji bo çareserkirina birîndaran bike.”
Piştre malbatên şehîdan, ji bo vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û ragihandin ku helwestên Serok Barzanî û peyama hevxemiyê û ev hevdîtin xemên wan kêm kiriye.
Herwiha wan malbatan ragihandin: “Piştî raperînê bo jiyaneke normal me dest bi avakirina gundên xwe kir û em bi vê jiyana sade jî dilxweş bûn. Lê mixabin bi dirêjahiya salên derbasbûyî em berdêla şerekî didin ku ne yê me ye û me bi dehan qurbanî dane. Jiyana me têk çûye û malên me wêran bûne, di dema ku gellek caran me daxwaz ji PKK dikir ku baregehên xwe ji gundên me dûr bixin, da ku jiyana me nekeve metirsiyê, lê guh nedan daxwazên me, lewma hertin ji jiyana xwe ne piştrast in.”
Malbatên şehîdên Zargelê ragihandin: “Niha em li pêşiya 2 rê hene, yan divê bi dûrxistina baregehên PKKê ew şer ji me dûr bikeve, yan jî em neçar in ji bo parastina jiyana xwe, cîh û war û axa xwe berdin û gundên xwe bi cih bihêlin û koçberî bajar û gundên din bibin.”
Herwiha di vê hevdîtinê de, malbatên şehîdan dilgiraniya xwe li hember wê yekê diyar kirin ku hewlek heye ku hinek partî xwîna şehîdan bo berjewendiya partiyê xwe bikar bînin û ragihand:
“Em wê yekê wek bêrêzî bi xwîna şehîdên xwe dizanîn, ew ne şehîdên ti partiyekê ne, şehîdên hemû Kurdistanê ne. Karekî wiha birîna me na kewîne û napêçe, em welatiyê Herêma Kurdistanê ne û yê bi rastî bi hewara me ve hatiye Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn.”
Wan malbatan spasiyên xwe jî li hember dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çareserkirina birîndaran û bi hewarçûna lêqewimiyên vê bûyerê de, tu kêmasiyek nekirine.
Di dawiya hevdîtinê de jî malbatên qurbaniyan careke din hêvî xwestin ku agirê wî şerî ji gundên wan bê dûrxistin û êdî xwîna xelkê wan gundan bi neheq nerije.