Rojava News: Pembo yek ji çandiniyîn sereke bû li Cizîra, lê niha û ji ber ne peydabûna pêdiviyên çandiniyê û ji ber ku pembo pêwîstiya wê bi guhdan û avake zêde heye, piraniyan cotkaran dest bi çandiniya zebzeyî kirin.
Çandiniya pembo ji ber sedemên kêmbûna avê, peydanerkira tovê baş li Cizîrê kêmbû ye.
Herwiha cotkarên Cizirî dibêjin ji ber bilindbûna nirxên pêdiviyan û ji ber ku ew nema sûdê ji çandiniya pembo digirin wan dest bi çandiniya zebzeyan kirin.
Ji ber ku pêwîstiya pembo bi ava zêde heye hikûmeta Sûriyê biryar da bû ku nabe cotkar bi rû berên fereh pembo biçînin.