Print this page

li Efrînê 40 welatiyên Kurd ji aliyê fesîleyên Islamî ve hatine revandin

RojavaNews :Hin fesîleyên Islamî li devera Izazê ya Efrînê 40 welatiyên Kurd revandine.

 

Li gor Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku fesîleyên Islamî 40 welatiyên Kurd ji devera Izazê ya ser bi bajarê Efrînê ve revandine bi hinceta ku hêzên Kurdî astengiyan li ser welatiyan çê dikin.

 

Ev demeke li devera Efrînê hin caran şer di navbera YPGê ku baskê leşkerîyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ye û rêxistina Cebhet El-Nusra û hin fesîleyên din yên Islamî derdikeve.