Print this page

Bexdadî: Hevjîna kuştiyan ji çekdaran re helal e

Rojava News: Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryarek nû ji çekdarên xwe re derxist û li gor wê biryarê, Bexdadî hevjînên wan kesan ji çekdarên DAIŞê re helal kir ku di şer de bi destên wan tên kuştin.

 

Hat ragihandin, Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryarek nû derxistiye û tê de jinên wan kesan ji çekdarên DAIŞê re helal kiriye ku di şer de tên kuştin. Herwiha hat gotin, ku çekdarên DAIŞê bi tohmeta wê yekê ku red kirine tevlî wê rêxistinê bibin û ji wan re şer bikin, 16 welatiyên kurd jî dane ber guleyan.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê got: “Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî nameyek arasteyê çekdarên DAIŞê kiriye. Li gor nameya Bexdadî, hevjînên wan kesan ji çekdarên DAIŞê re hatin helalkirin, ku di şer de ji aliyê çekdaran ve tên kuştin.”