Rojava News: Bajêrvaniyê Wanê Bekir Qaya ragihand ku tenê rêya çareseriyê danûstandinê û jihevtêgiheştin e, herwiha bi anîna artêşê ser sînor û gefên leşkerî pirsgirêk çareser nabin. Qaya got ku, Barzanî bo piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê roleke girîng û diyar heye wek serokekî kurdan daxwaz dikin zêdetir hewlên xwe bide.
Bekir Qaya Bajêrvaniyê Wanê li Bakurê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkên Bakurê Kurdistanê ji herçar perceyê Kurdistanê û tevahiya cîhanê alîkariyê û piştevaniyê dixwazin bo serkeftina pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê.”
Qaya wiha got: “Birêz Ocelan dest bi pêvajoya aştiyê kir û birêz Barzanî bo piştevaniya pêvajioya aştiyê rolekî girîng û diyar heye wek serokekî kurdan û em daxwaz dikin ku zêdetir hewl bide û alîkariya wî berdewam be.”
Bajêrvaniyê Wanê wiha domand: “Tenê rêya çareseriyê danûstandinê û jihevtêgiheştin e, herwiha bi anîna artêşê ser sînor û gefên leşkerî pirsgirêk çareser nabin, lê belê zêdetir karesatan digihîne herdu miletên kurd û tirk.”