Print this page

Koçkirina Kurdan ji bo welatên Ewrûpa berdewam e

Rojava News:  Kurdên Rojavayê Kurdistanê her ku diçê zêdetir berê xwe didin sînorê Ewropayê û xewna wan ew e ku, derbasî welatên Elmanya, Holenda, Nerwecê û welatên din yên Ewropayê bibin.

 

Ew ji jiyana xirab a siyasî û aborî û ewlehiyê direvin û bi qeflan ji welatê xwe derdikevin.

 

Sedemeke sereke ya koçkirina xortên, leşkeriya bi zorê ya PYDê li ser welatiyên ferz kiriye.

 

Êdî Rojavayê Kurdistanê niha rastî metirsîdartirîn pêla penaberiyê tê û heta niha rayedarên Rêveberiiya Xweser, li hember vê koçberiya bi komî, ti tedbîr nestandine û ti projeyeke wan tine ye ku, ka wê çawa rê li ber valakirina Rojavayê Kurdistanê were girtin.