Print this page

Pisporên amerîkî: Gola Ormiyê bi ava derve nayê rizgarkirin

 

Rojava News: Pisporên amerîkî dibêjin, kişandin û veguhestina avê ji cihekî din bo zindîkirina gola Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bê feyde ye. Endameke lêjneya rizgarkirina gola Ormiyê jî ji pisporên amerîkî-îranî dixwaze alîkariya wan bikin.

 

Çend roj berê parlamenterekî Îranê gotibû, dewlet dixwaze ji bo rizgarkirina gola Ormiyê avê ji welatên Ermenistan û Gurcistanê bikşîne.

 

Lê endama lêjneya rizgarkirina gola Ormiyê Raziye Lek li dijî vê yekê derketiye û gotiye, me meha borî bi komek pisporên amerîkî re li ser vê mijarê hevdîtin kiribû, wan ji me re gotin veguhestina avê ji cihekî din ti feyda wê ji bo golê nabe.

 

Raziye Lek her wiha diyar kiriye ku ew li ser vexwendina zanîngeheke amerîkî çûne Amerîkayê û serdana çend golên ku rewşa wan mîna gola Ormiyê ye, kirine.

 

Wê endama lêjneya rizgarkirina gola Ormiyê daye zanîn ku li wir pisporên amerîkî ji wan re gotine, divê ava ku dirije nav golê baş were kanalîzekirin çimkî ava ku ji derve were him wextekî pir zêde dajo him jî xercê wê zêde.