Print this page

Li çiyayê Gabarê şer derket- Leşkerek hat kuştin

Rojava News: Li çiyayê Gabarê li devera Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di encama şerê PKK û hêzên Tirk de leşkerek hat kuştin.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li bintara çiyayê Gabarê li herêma Şirnexê, şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirk de derket.

 

Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm leşkerek hat kuştin.

 

Ji aliyekî din, şeva borî li deverên Colemêrg, Mûş, Çewlik û hinek cihên din şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirk de derketibûn.

 

Di şerê Mûşê de kesekî jiyana xwe ji dest da.