Print this page

KCKê şertên xwe ji bo ragihandina agirbestê eşkere kir

Rojava News: Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, heta “agirbestek qehîm” neyê ragihandin û hevdîtin bi Ocalan re neyê destpêkirin bila ti kes daxwaza çekdanîna PKKê neke.

KCK di daxuyaniyeke nivîskî de şert û mercên xwe yên ji bo ragihandina agirbest û sekinandina şerê li dijî Tirkiyê eşkere kir.

KCKê her wiha ragihandiye, her kes dizane ku PKK naxwaze bi şer pirsgirêka kurd çareser bike lê di vê rewşê de ku ti gavek ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nayê avêtin, bangawaziyên ji bo çekdanînê û derketina gerîla ji Tirkiyê nîşan dide ku dewlet di şer de israr dike ji ber wê jî bila ti kes banga çekdanînê li PKKê neke.

 

Li gorî KCKê, “agirbesta qehîm” bi wê yekê pêk tê ku dewlet dîsa vegere “pêvajoya çareseriyê”, girtiyên siyasî berde û operasyonên leşkerî û siyasî bide sekinandin her wiha razî bibe “çavdêr”ek wê agirbestê bişopîne.

 

Di van demên dawiyê de rayedarên Tirk, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, rayedarên amerîkî û ewropî daxwaz ji PKKê kiribûn, şer bide sekinandin.