Print this page

Îmad Yûsif : Partiya PYDê rojavayê Kurdistanê ji Kurdan valedike

RojavaNews: Hevrêzê giştî yê tevgera ciwanên Kurd li Sûriyê Îmad Yûsif got “ ku bi sedema kiryarên Prtiya PYDê li dijî çalekvanan herweha yasaya leşkeriya neçar ya ku PYDê ragihandibû , rojavayê Kurdistanê tê valekirin û dîmuxrafiya herêmê jî tê guhertin.

Yûsif ji malpera RojavaNews re ragihand ku ji sedemên koçbarkirina Kurdan ji rojavayê Kurdistanê u nepeydabûna aramiyê li navçeyên Kurdan çi jiber êrîşên rêxistina DAIŞê be , yan jiber girtin û astengiyên ji aliyê PYDê li dijî Siyasetmedar û rojnemevan herweha yasaya leşkeriya neçarî yak u PYDê ragihandî tên pêkanîn .

Yûsif herweha eşkere kir ku ji bilî wê yekê jî kêmbûna xezmetwezariyan û birîna elektrîkê bi şêweyekî berdewam û bilindbûna nerxê pêtiviyên rojane û belavbûna bêkariyê ew hemû fakter pêkve dibin sedema koçberiyê ji rojavayê Kurdistanê bi pêlan çêbibe.

Zozan Yûsif