RojavaNews : çekdarên PYDê çar weletiyên Kurd li bajarê dêrikê û gundewarên wê bi tumeta ku peywendiyên wan bi cebehet elnusre re hena girtin.
Li gor çavkaniyekî ji bajarê Dêrikê ku çekdarên PYDê êrîşî malên Hisên Ibrahîm Ebdê û Ebdilhemîd Salih yên li gundê Quldûman û mala Ebêd Mela Ismayl li bajarê Dêrikê û mala Yasir Mela nayif li gundê Elî Gamêş kirin û malên wan pêşkinîn kirin û û ew her çar kes bi tometa peywendiyên wan bi cebehet elnusre re hene girtin.
Wî çavkaniyê herweha da zanîn ku xelkê Dêrikê van kesan baş nasdikin û tu peywendiyên wan bi cebehet elnusra re yan rêxistineke Islamiya din re nînin.
Li sedemên din hene ku ev kes ne alîgirên PYDê ne.
Hêjayê gotinêye ku her yek ji Ebêd Mele Ismayl û Hisên Ibrahîm Ebdê endamên Partiya Demukrata Kurdistana – Sûriyê ne û herdû kesên din jî alîgirên PDK-S .
Can Yûsif