Print this page

Qamişlo.. pyd êrişî Ofîsa Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê kir

RojavaNews :Duh  nîvro çekdarekî YPG baskê leşkerî yê PYD êrişî Ofîsa Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Hate ragihandin ku ew kes di otomobilê de bû û çend fîşek berdane ofîsa Partiya Yekîtî lê ew fîşek li diwar ketin û ti ziyan çênebû.

Ji aliyê xwe ve jî  Partiya Yekîtî dibêje ku ew wê êrişê weke tehdîdekê ji partiya xwe re dibînin û got ku ev kiryar ji ber helwestên Partiya Yekîtiya tên ku li dijî leşkeriya neçar û valakirina Rojavayê Kurdistanê ye û divê YPGê lêpirsînê ligel şervanên xwe bike da ku nasnameya wî kesî nas bike, û eger ev kiryar dubare bibin, dê emê xwe biparêzin.