Print this page

ENKSê di daxuyaniyekê de kiriyarên PYD şermezar dike

RojavaNews :Îro 12 Tebaxê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê êrîşa YPG baskê leşkerî yê PYD ya duh ser ofîsa Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo belav kir û têde êrîşa çekdarên YPG ser ofîsa Partiya Yekîtiyî şermezar kir .

Di daxuyaniyê de hatiye: “Piştî kongirê ENKSê yê 3emîn ku di dawiya wî kongirî de gelek biryarên giring ji bo aktîvkirina ENKSê hate derxistin, pyd gelek fişar û kiriyarên xerab derheqê partiyên encûmenê dike  .”

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya xebata xwe li kurdistanê Sûriyê kir  : “her çiqas kelem bin pişiya me, em dê berdewam bin di xebata xwe li kurdistanê Sûriyê .”

Di dawiyê de ENKSê ji hêzên kurdistanî xwestiye ku hewl bi Civata Navdewletî bidin daku parastinek navdewletî ji kurdan re li navçeyê dabîn bikin .”