Print this page

Barzanî: Nabe ti kes manora leşkerî bike

RojavaNews :Bi fermana Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, manor û meşên leşkerî li nava bajarê Hewlêrê hatine qedexekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad di daxuyaniyekê de ragihand, li ser fermana Barzanî mafê ti dezgeheke leşkerî û hikûmî û partî tune ye ku li nava bajarê Hewlêrê manor û meşeke leşkerî lidar bixe û ew yek bi temamî qedexe ye.

Di rojên borî de çend otomobîlên leşkerî û hikûmî ku wêneyê barzanî bi wan vebûn di nava bajarê Hewlêrê de dihatin û diçûn. Herwiha alîgirên PDKê li cadeya Îskan a Hewlêrê kom bûn û daxwaza mana Barzanî kirin.