Print this page

Li Mûsilê Waliyê DAIŞê hat kuştin

RojavaNews :Balafirên şer yê hevpeymanan bingeh û baregehên DAIŞê li bajarokê Şora bombebaran kirin û di encam de Waliyê DAIŞê li wê deverê hat kuştin.

Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Ismet Receb ragihand: ” Balafirên şer yên hevpeymanan bingeh û navendên çekdarên DAIŞê li bajarokê Şora ya girêdayî Mûsilê bombebaran kirin.”

Ismet Receb got: “Di encama bombebaranê de Waliyê DAIŞê li bajarokê Şora, Ebû Saor Sûrî hat kuştin.”

 Receb herwiha tekez kir, jibilî kuştina wî berpirsê DAIŞê, 3 pasevanên wî jî di encama bombebaranaê de hatin kuştin.