RojavaNews :Cenazeyên 67 kurdên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin, gihîştin devera Şerfedînê ya Şingalê.
Cenazeyên 67 kurdên êzîdî yên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin, gihîştin devera Şingalê.
Ew cenaz ku ji gorrên komî hatine derxistin, dê bi merasimeke fermî û li devera Şerfedînê bên binaxkirin.
Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Dexîl jî ragihand, heta niha 12 gorrên komî yên kurdên êzîdî hatine dîtin û vedan.
Dexîl da zanîn, 7 gorrên komî jî li deverên di bin destê DAIŞê de ne.
Di encama êrişa çekdarên DAIŞê de li ser devera Şingalê, bi hezaran kurdên êzîdî hatibûn şehîdkirin, bi hezaran keç û jinên êzîdî ketibûn destê DAIŞê her wiha bi sed hezaran jî ji war û malên xwe koçber bibûn.