Print this page

Rejîma Esed ciwanên Kurd li taxa zorava girtin

RojavaNews : Îro 14 . 08 . 2015 hêzên ewlekariya rejîma Esed bi ser taxa

Zorava ya Kurdan li Paytexta Sûriyê  de girt u hin ciwan bi behaneya tinebûna girêbesta xaniyên wan girtin.

Endamê ofîsa Sekiretariya Yekîtiya Xwendevan u Ciwanên Demukratî Kurdistanî – rojava  Ehmed Haco ji RojavaNews re ragihand “ ku îro berê sibehê hêzên ewlekariya rejîma Esed bi ser  taxa Zorava ya Kurdan li Şamê de girtin û gelek mal pêşkinîn kirin û hijmarek ciwanên Kurd bi behaneya tinebûna girêbesta xaniyên wan girtin.

Haco herweha da zanîn ku heta niha hijmara xortên hatina girtin nehatiya zanîn û got di dema êrîşê de tirseka mezin di nava xelkê taxêde çêbû û tirsa leşkerkirina wan ciwanan heya .

Afiya Hacî