Rojava News: çekdarên YPG bo alîkariya di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de berê xwe da parêzgeha Dêrazorê ya li başûrê Hesekê.
Li gorî çavkaniyên taybet berî 2 rojan hijmarek ji çekdarên (YPG) ber bi parêzgeha Dêrazor a li başûrê Hesekê û li ser sînorê Iraqê hat şandin.
Hat zanîn, ew çekdarên YPGê ji bo ku alîkariya rêjîma Esed bike û li kêleka rêjîmê li dijî terorîstên DAIŞê li çiyayê Terde li Dêrazorê şer bikin, hatine şandin.
YPGê piştî wê yekê hijmarek ji çekdarên xwe şande Dêrazorê ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Beis a Sûriyeyê, Hîlal Hîlal gihişt parêzgeha Hesekê û bi rayedarên Kantona Cezîrê ya bi ser pyd ve û berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya, piştî wê civînê fermana şandina çekdarên YPGê ber bi Dêrazorê ve hat dan.
Tê zanîn, niha her sê hêzên hevalbend, rêjîma Esed, YPG û çekdarên eşîra Şihêtat li çiyayê Terde li parêzgeha Dêrazorê bi hev re li dijî terorîstên DAIŞê şer dikin.