Rojava News: Piştî êrişên çekdarên DAIŞê bi çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge û lêkolînên hevpeymanan derket holê ku DAIŞê li dijî pêşmerge gaza “Xerdel” bi kar aniye.
Encama lêkolînên li ser çekên ku DAIŞê di heyama du rojên borî de li dijî Hêzên Pêşmerge li Guwêr û Memxûrê bi kar anîbû, aşkere bû.
Li gor ew lêkolînên ku ji aliyê tîmên pispor û taqîgehên welatên hevpeymanan de li ser çekên ku DAIŞê di wan du rojan de li dijî çeperên pêşmerge bi kar anîbûn, derket holê ew çeka kîmyayî ya ku çekdarên DAIŞê li dijî pêşmerge bi kar aniye gaza Xerdel bûye.”
Sala borî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, çekdarên DAIŞê bi çekên kîmyayî li Hêzên Pêşmerge dane.
Gaza Xerdelê di 16ê Adara sala 1988an de ji aliyê rejîma Serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên ve jî hatibû bikaranîn.
Di wê karesatê de zêdetirî 5 hezar kurd şehîd bibûn û bi hezaran kesên din jî birîndar bibûn.