Rojava News: Hêza hevpeymaniya navnetewî ya di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê 31 êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî ragihand ku balafirên şerî yên hevpeymaniyê duhî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 8 caran li navendên DAIŞê dan.
Li gorî daxuyaniyê li nêzîkê Hesekê 3, li Kobanî yek, li Heleb 2 û li Reqayê jî 2 êrişên asmanî li dijî DAIŞê hat kirin.
Hat gotin çend yekîneyên taktikî, depo û ceperên DAIŞê hatin bombebaran kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên hevpeymaniya navdewletî li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî 23 êrişên asmanî li dijî rêxistinê pêk anîn.