Rojava News: Tirkmen û Filleyên (mesîhî) Başûrê Kurdistanê giliyan dikin û dibêjin, di mijarên hestiyar ên mîna Serokatiya Herêma Kurdistanê nêrîn û pêşniyarên wan nayê pirsîn û guhdarkirin.
Ev demek e Başûrê Kurdistanê mijûlî çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê ye lê heta niha tenê partiyên kurdî serê xwe bi vê yekê dêşînin.
Parlamenterekî filleh ê Kurdistanê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ev mijar û kirîz, mijareke hizbî nîne û girêdayî berjewendiyên giştî ye lewma divê raya hemû pêkhate û aliyan were pirsîn.
Parlamenterê tirkmen ê Kurdistanê Aydin Meirûf jî heman gazinde kir û got, ne tenê di vê mijarê de li ser ti tiştekî nêrîna me nayê pirsîn…