Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje planên ku xirabkirina yekîtî û biratiya gelê Kurdistanê dikin armaca xwe, dê sernekevin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 69emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek weşand.
Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand, ew dê biratî û yekîtiya gelê Kurdistanê biparêze û dê li hemberî hewldanên dijîtiyê di nav kurdan de peyda bikin, derbikeve.
Mesûd Barzanî behsa pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê jî kir wiha got: “Bila gelemperiya Kurdistanê û alîgir û endamên PDKê ji vê yekê bawer bin ku; bi izna Xwedê raya giştî dê di aliyê aştî, birayetî û rastiyê de be. Ti planên xirabkirina yekîtî û biratiya gelê Kurdistanê dikin armaca xwe, dê sernekevin.”
Barzanî diyar kir ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê efsaneya DAIŞê şikandine û parêzvaniya tevahiya mirovahiyê dikin.
Herwiha Barzanî anî ziman bi bîranîna alîgir û endamên PDKê yên piştevaniya pêşmergeyên di eniya şerî de ji bo Kurdistanê şerî dikin, ji bo wî rûmet e.
Di beşekê din a peyama Barzanî de wiha hat gotin:
“Armanca avakirina PDKê serxwebûn, parastin û demokrasiya Kurdistanê bû û niha û di paşerojê de jî ev rêbaze dê bimîne. PDK ji bo parastina deskeftiyan, dê ligel hêzên têkoşer ên Kurdistanê rola sereke berdewam bike.”
Serokê Herêma Kurdisatnê got, PDK dê ji bo aramiya hemû kêmaniyên etnikî û olî hewl bide û armanca wan a serekê jî dê serxwebûna Kurdistanê be.