Print this page

Terorîstên DAIŞ’ê 67 kurd revandin

Rojava News: Çeteyên DAIŞ’ê 67 welatiyên kurd ên ji gundên bakurê Helebê revandine da ku wan di şerê xwe de wekî mertal bikar bînin.

 

Komên çete yên DAIŞ’ê berî du rojan dest bi pêngava revandina welatiyên kurd ên ji gundên herêma Babê ya Bakurê Helebê kirin.

 

Li gor hatiye zanîn;  DAIŞ’ê berî du rojan 50 welatiyên kurd ji gundê Şedûd revandin û birin cihekî ne diyar. Çavkaniyan herwiha gotin ku çeteyan 12 kurdên din ji gundê El-Şêx Herac a 21 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Babê revandine.

 

Çeteyan ji gundê Qebasîn ê 13 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Babê jî welatiyên kurd ên bi navê Hekîm Miho û Qedrî Hemo revandin. Herwiha ji gundê Til Betal ê 25 kîlometreyan dikeve rojavayê Babê, 3 kurdên ku navê wan ne hate zanîn revandin.

 

Çeteyên DAIŞ’ê yên 67 welatiyên kurd revandine birine cihekî ne diyar. Tê gotin kesên nêzî çeteyan gotine, DAIŞ wê sivîlên kurd ên revandine di şerê li herêma Ezaz û bajarê Babê de wekî mertal bikar bînin.