Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li tevahiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir, beriya ku dema serokatiya wî xilas bibe li hev bicivin û çareyekê ji kirîza niha re bibînin.
Serok Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de bang li partiyên şirîkên hikûmetê her wiha tevahiya partiyên din ên Başûrê Kurdistanê kir, beriya 20ê Tebaxê li hev bicivin û çareyekê ji kirîza serokatiyê re bibînin.
Di daxuyaniya Barzanî de hatiye gotin ku “hûn ji bo berjewendiyên welat çi baş dizanin, li ser wê biryar bidin”.
Barzanî ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê jî xwestiye, ji bo wê civînê çi lazim be were kirin.
Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku Hezîrana 2013ê hatibû dirêjkirin, roja 20ê Tebaxê (4 rojên din) xilas dibe.