Print this page

Emîrek û 18 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

RojavaNews :Duh yekşeme danê sibehê termê terorîstekî mezin bi navê, Ebo Xetab Şîhawî li gel 18 çekdarên dinê gihêştine pizîşkiya dada Musilê ku şeva şemiyê di encama bombardumana balafirên şer li nêzîkî Bêcî hatibûn kuştinê.

Terorîstê mezin yê DAIŞ yê bi navê (Ebo Xetab Şîhawî) ye ku waliyê Tikrîtê buye di êrişa asmanî de hatiye kuştin.

Ji aliyekî din ve jî balafirên şer di heman rojê de civîneke çekdarên DAIŞ li gundê Til Şe`îrê ya ser bi bajaroka Geyara kiriye armanca xwe, û di encama bombardumanê de 6 otombêlên serbazî ên DAIŞ hatine şewitandinê û bi dehan terorîstên DAIŞ hatine kuştin û birîndar bûn.